Amerîkayê komeke din a ser bi Hesda Seibiyê ve xiste lîsta terorê
PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Amerîkayê, tevgera Esayib Ehil Heq a bi ser Heşda Şeibiyê ve xiste lîsteya terorê.
Wezareta Derve ya Amerîkayê aşkere kir ku wan, navê Esayib Ehil Heq ku komeke ser bi Heşda Şeibiyê ve ye, li lîsteya rêxistinên terorî zêde kirine.
Herwiha di daxuyaniyê de Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku Emîndarê Giştî yê Esaîb Ehlî Heq, Qeyis Xezelî û cîgirê wî Leyis El Xezelî xistin lîsteya terorê.
Hat diyarkirin ku ev pêngav weke berevaniyek li hemberî egera encamdana êrişên terorî yên wê komê hatiye wergirtin û hat gotin ku her kes û saziyên ku kar û peywendî hebe li gel vê rêxistinê, dê were cizakirin.
Wezareta Derve ya Amerîkayê amaje bi wê kiriye ku Esayib Ehil Heq ji aliyê Supaya Pasdaran a Îranê ve rahênana wê pêk tê û herwiha aboriya xwe jî ji aliyê Îranê ve dabîn dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin