Hesda Seibî gefa êrîsên bi çekên pêsketî li Amerîkayê xwar
PeyamaKurd - Desteya Giştî ya Heşda Şeibî bi daxuyaniyekê ragihandiye ku Amerîka bi balafirên bêmirov çavderiya wan dike û Amerîka bi berpirsiya êrîşên ser baregehên xwe tawanbar kir.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku îsal Amerîkayê 4 balafirên bêmirov ên Îsraîlê bi rêya Azerbaycanê anîne Iraqê û ji êrîşên ser baregehên Heşda Şeibî jî Amerîka hat tohmetbar kirin û hat diyarkirin, dê Heşda Şeibî bi bi çekên pêşketî bersiva wan êrîşan bide.
Hêjayî gotinê ye, doh teqînek bihêz li navendeke Heşda Şeibî ya li navçeya Beled a ser bi parêzgeha Selahedînê ve rûda bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin