Neçîrvan Barzanî û Serokê Hesda Seibî civiyan: Êrîsên ser Hewlêrê zirarê didin ewlehî û aramiyê...

14 January 2024 13:03 0 dîtin
Neçîrvan Barzanî û Serokê Hesda Seibî civiyan: Êrîsên ser Hewlêrê zirarê didin ewlehî û aramiyê...

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Heşda Şeibî Faleh Feyaz li Bexdayê civîyan û destnîşan kirin ku divê Iraq tevlî nakokiyên li herêmê nebe.

Serokatiya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Yekşemê 14ê Çileyê danê sibê li Bexdayê bi Serokê Heşda Şeibî Felih Feyaz re civiya.

Hate diyarkirin ku di civînê de, rewşa ewlekarî ya Iraqê, metirsiya terorê, êrîşên terorîstên DAIŞê li ser hêzên ewlekarî û welatiyên Îraqê, dawî pêşhatên şer û pevçûnan û bandor û encamên wan li ser deverê gotûbêj kirin.

Herwiha Nêçîrvan Barzanî û Faleh Feyaz destnîşan kirin ku nabe Iraq bikeve nav kêşeyên li herêmê û parastina aştî, aramî û berjewendîyên bilind ên welat divê karê pêşîne yê hemûyan be.

Li gorî daxunayê, her du alî hevnêrîn bûn ku armanckirina Pêşmerge û êrîşên bi dronan li ser Herêma Kurdistanê, dê zirarê bigihîne ewlehî û aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê.

Di civînê de, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û pêwendiyên Iraqê bi welatên cîran û herêmê jî hatin axaftin.