Serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî sersaxiyê da xelkê Fasê
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser candayiyên erdheja li welatê Fasê, peyama sersaxiyê belav kir û ji xelkê Fasê re sersaxiyê xwest. Barzanî di ser hesabê xwe yê X ê de weha got:
“Li ser navê xelkê Herêma Kurdistan a Iraqê, bi sedema ku erdhej bû sedema candayiyan, ez ji bo xelkê Fasê taziyên xwe yên ji dil û can dişînim û ji ber vê trajediya mezin ez xwe hevparê xema wan dizanim. Kesên di erdhejê de can dane ji wan re ji Xwedê rehmetê û ji bo birîndaran jî şîfayê dixwazim.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin