Serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî Haydar Abadî qebûl kir

01 March 2023 23:16 0 dîtin
Serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî Haydar Abadî qebûl kir

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, serokwezîrê berê û hem serokê Koalîsyona Nasr Haydar Abadî qebûl kir. Di hevdîtinê de pêşdeçûnên siyasî yên li Iraqê, bernama hukumeta Iraqê, muzakereyên Erbîl-Bexdat, çareserkirina pirsgirêkan û zahmetiyên li pêşiya xwe gotûbêj kirin.

Li gor ragihandina serokatiya Herêma Kurdistanê; di hevdîtinê de behsa girîngiya dewama hevdîtinên Erbîl-Bexdat, çareserkirina pirsgirêkan li ser esasê destûrê û amadekirina bingeha çareseriya pirsgirêkan ji bo çareseriyan hat axaftin.

Di hevdîtinan de behsa girîngiya paraztina aştiyê, îstîqrarê, xizmeta hemwelatiyan, hevkariya hêzên Iraqê, rewşa li welat û têkiliyên navbera welatên cîran hatin gotûbêjkirin.