Serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî wezîrê tenduristiyê yê Urdunê qebûl kir

12 June 2023 22:44 0 dîtin
Serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî wezîrê tenduristiyê yê Urdunê qebûl kir

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wezîrê tenduristiyê yê dewleta Urdunê Firas Al-Hawari û heyeta pê re qebûl kir. Li gor ragihandina serokatiya Herêma Kurdistanê; heyeta Urdunê di hevdîtinê de li ser Forma Hefta Tenduristiyê ya Kurdistan-Urdunê ya Erbîlê de xebatên hatin kirin ravekirin.

Ji bo koordînsayon û hevkariya wezareta tenduristiyê ya Kurdistanê, Iraqê û Urdunê, Nêçîrvan Barzanî sipasiya wan kir û got ku divê Herêma Kurdistanê û Iraq di seha tibê û perwerdê de ji tecrubeyên Urdunê fêde bibînin.

Her dû teref li ser pêwendiyên Urdunê û Herêma Kurdistanê wê çawa pêşde bibin, di seha tibê û tenduristiyê de li ser hevkariya zêdetir axifîn.

Forma Urdunê û Kurdistanê ya tenduristiyê îro li Hewlêrê destpêkir. Di merasima destpêkirina formê de serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, wezîrê tenduristiyê yê Iraqê Salih El Hesnawi û wezîrê tenduristiyê yê Urdunê Firas İbrahim Al-Hawari cîh girtin.

Ji bilî xebatkarên tenduristiyê yên Kurdistanê, ji Urdun û Iraqê gelek kes tevlî formê bûn.