Wezîrê Berevaniya Almanyayê: Em li dijî sandina balafirên ser ji Almanya bo Ukraynayê ne
PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniya Almanyayê Boris Pistorius ragihand, ew li dijî şandina balafirên şer ji Almanya bo Ukraynayê ne.
Wezîrê Alman di daxuyaniya xwe ya dawî ya rojnameya Süddeutsche Zeitungê de wiha got: "Ez vê yekê mumkun nabînim."
Almanyayê biryar dabû ku tankên şer ên tîpa Leopard 2 bişîne Ukraynayê. Wezîr diyar kir, taybetmendiyên balafirên şer ji tankan cuda ne û nerazîbûna xwe ya li ser şandina balafiran bi van gotinan rewa kir.
"Balafirên şer ji tankên şer sîstemên pir tevlîhevtir in û ew xwedan menzîl û hêza agir bi tevahî cûda ne. Di vê nuqteyê de, em dikevin pîvanên ku ez ê îro bi tundî hişyarî bidim."
Piştî ku Almanya û welatên din ên rojavayî li hev kirin ku tankên şer bidin Ukrayna, Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky jî daxwaza balafirên şer kir. Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz jî daxwaza rêberê Ukraynayê red kiribû.
"DIVÊ PERGALÊN PARASTINA HEWAYÎ BÊN XURTIRIN"
Wezîrê Parastinê yê Almanyayê Pistorius li dijî şandina balafirên şer ji bo Ukraynayê ye, lê daxwaz kir ku pergalên berevaniya hewayî yên Ukraynayê zêdetir bên xurtkirin.
Tankên dijî-balafirên Gepard ên Almanyayê niha li Ukraynayê tên bikaranîn. Lê belê di peydakirina cebilxaneyê de pirsgirêk hene. Hikûmeta Bernê li dijî îradeya Almanyayê ku cebilxaneyên Swîsreyî yên ji bo tankên navborî bide Ukraynayê, derket.
Ji Swîsreyê, ji Brezîlya û Qeterê jî cebilxaneyên Gepard tên bidestxistin.
Pistorius ji Süddeutsche Zeitungê re got: "Em bi gelek hevkarên xwe re di nav danûstandinan de ne ku di vî warî de pêşkeftinê pêk bînin. Lê ez hêvîdar im jî ku em ê xeta xwe ya hilberînê li Almanyayê saz bikin." (Çavkanî: DW)

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin