Wezîra Berevaniya Almanyayê bi Wezîrê Navxwe yê Kurdistanê re civiya

21 August 2019 15:14 0 dîtin
Wezîra Berevaniya Almanyayê bi Wezîrê Navxwe yê Kurdistanê re civiya

PeyamaKurd - Wezîra Berevaniya Almanya Annegret Kramp-Karrenbauer ku piştî Bexdayê derbasî Hewlêrê bû û piştî serdana jinên çalakvanên êzidî û fêrgeha serbazî ya Almanyayê bo hêzên Pêşmerge, ji aliyê Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ve hat pêşwazîkirin.

Hat ragihandin ku di civînê de çend pirsên pêwendiya xwe bi pirsên leşkerî, ewlehî û pêwendiyên Hewlêr û Bexda, rahênan û perwerdeya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ya ji aliyê şêwirmendên leşkerî yên Almanya ve hat gotûbêjkirin.

Di civînê de şandeya berevaniya Almanya diyar kir, hevkariyên navbera welatê wan û herêma Kurdistanê giring in û gotin, hêzên wan dê li Iraq û herêma Kurdistanê bimînin.

Almanya yek ji welatên endamê hevpeymaniya navnetewî ya dijî DAIŞê ye ku rahênan û perwerdeya leşkerî dide hêzên Iraqê û Pêşmerge. Niha jî vî karî berdewam dikin û Wezîrê Berevaniya Almanya ya berî niha jî di salên 2017ê û 2018ê de serdana herêma Kurdistanê kiribû.