Wezîra Berevaniya Almanyayê bi Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê re dicive

17 June 2021 12:31 0 dîtin
Wezîra Berevaniya Almanyayê bi Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê re dicive

PeyamaKurd – Wezîra Berevaniya Almanyayê, bi Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar re dicive û biryarên NATO, pêşhateyên dawî yên Deryaya Naverast û Deryaya Reş li gel berpirsên wî welatî gotûbêj dike.

Li gor zanyariyan, Wezîra Berevaniya Almanya Annegret Kramp-Karrenbauer îro serdana Tirkiyê dike û li gel hevtayê xwe yê Tirkiyê Hulusî Akar dicive.

Di civînê de tê çaverêkirin, Annegret Kramp-Karrenbauer û Hulusî Akar biryarên lûtkeya NATO, pêşhateyên dawî yên Deryaya Naverast û Deryaya Reş gotûbêj bikin.