Wezîrê Berevaniyê yê Almanyayê: Pistgiriya me bo Herêma Kurdistanê dê berdewam be

12 December 2024 13:24 0 dîtin
Wezîrê Berevaniyê yê Almanyayê: Pistgiriya me bo Herêma Kurdistanê dê berdewam be

PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniyê yê Almanyayê Boris Pistorius ku îro piştî peywendiyên xwe yên li Bexdayê hat Hewlêra paytext, bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiya.

Boris Pistorius piştî hevdîtinê civîneke çapemeniyê li dar xist û behsa rewşa nû ya piştî rûxandina Beşar Esed a Sûriyeyê kir.

Pistorius bal kişand ser wê yekê ku Tirkiye wek hevalbenda NATOyê welatekî girîng e û piştî vekişîna Rûsya û Îranê rola wê ya li Sûriyeyê zêde bûye û wiha got: “Helbet ez ê vê mijarê bi hevtayê xwe yê tirk re biaxivim.”

Wezîrê Almanyayê bal kişand ser wê yekê ku Iraq welatekî girîng ê herêmê ye û got, di hevdîtinên li Bexdayê di hevdîtina xwe ya li gel Serokomar Nêçîrvan Barzanî jî ev yek gotiye dubare kiriye û weha got: “Em ê wek Almanyayê piştgiriya Herêma Kurdistana Iraqê bidomînin. Perwerdeya ku ji aliyê şêwirmendên me ve ji bo hêzên leşkerî yên Kurd tê dayîn, wê bidome. Klînika me ya leşkerî dê xizmetên xwe bidomîne. Piştgiriya di têkoşîna li dijî DAIŞê de wê bidome.” Her wiha got: “Me di dema borî de gelek karên hevbeş li gel Herêma Kurdistanê kirine û em ê berdewam bin.”

Wezîrê Almanyayê diyar kir ku ew kêfxweş in ku li Herêma Kurdistanê ne û spasiya leşkerên Almanyayê yên li vir jî kir ji ber xizmetkirina wan.

Boris Pistorius got, “Min ji Serok Nêçîrvan Barzanî re jî gotiye. Me li vir bi awayekî fermî dema erka hêzên xwe dirêj kir. Em ê di demek nêzîk de têkevin sala nû. Min xwest ez werim vir û sala wan a nû pîroz bikim.”