Wezîrê Berevaniyê yê Holandayê: Herêma Kurdistanê hevkara me ya sereke ye di serê li dijî terorê de
PeyamaKurd – Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêra paytext, pêşwaziya Wezîrê Berevaniyê yê Holendayê, Ruben Brekelmans û şanda pê re kir.
Di hevdîtinê de ku bi amadebûna Şêx Cafer Şêx Mistefa Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl tê de beşdar bûn, peywendiyên Holendayê yên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê bi taybetî yên di warê berevaniyê û perwerdeya leşkerî de hatin gotûbêjkirin.
Her du aliyan tekezî li ser berdewamiya hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên Holendayê de kirin.
Di hevdîtinê de rewşa siyasî û ewlehî ya Iraq û herêmê û rola Herêma Kurdistanê ya di bihêzkirina aramiyê de hate gotûbêjkirin û behsa hewlên çaksaziya Wezareta Pêşmerge û yekxistina hêzên Pêşmerge hat kirin.
Nêçîrvan Barzanî spasiya Holandayê kir ji bo piştevaniya berdewam a Hêzên Pêşmerge di şerê DAIŞê de û rola hêzên Holendayê di bihêzkirina şiyanên Pêşmerge de bilind nirxand.
Wezîrê Berevaniya Holendayê Brekelmans jî tekezî li ser rijdbûna welatê xwe ya ji bo piştevanîkirina asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê û Iraqê kir û ragihand ku Herêma Kurdistanê hevkara me ya sereke ye di şerê li dijî terorê û peydakirina ewlehiya li navçeyê.
Her du alî li ser giringiya hevkariyê, rewşa êzidiyan û vegera wan a bo malên xwe hemfikir bûn. Her wiha di hevdîtinê de li ser pêşhatên dawî yên li herêmê bi taybetî guherînên li Sûriyê û encamên wan û gelek mijarên din minaqeşe hatin kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin