Wezîra Berevaniya Almanyayê, dest ji erka xwe berda!

16 January 2023 16:30 0 dîtin
Wezîra Berevaniya Almanyayê, dest ji erka xwe berda!

PeyamaKurd- Wezîra Berevaniya Almanyayê Christine Lambrecht, bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku wê îro daxwaza xwe ya îstifakirinê, pêşkêşî Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz kiriye.

Christine Lambrecht, di daxuyaniya xwe de da zanîn ku medyaya Almanyayê, bi mehan e bala xwe daye ser wê û ev yek di biryardayîna polîtîkayên ewlehiyê de jî bo berjewendiya welatiyên Almanyayê, dibe asteng.

Lambrecht di daxuyaniya xwe de got,

“Min îro ji şansolye xwest ku min ji erka Wezîrtiya Berevaniya Fedaral vekişîne.”

Li gorî guftûgoyên di rojeva Almanyayê de ne, niha Almanya ji bo zêdekirina piştgiriya leşkerî ya ji bo Kievê erê bike, di bin pêkutiyê de ye.