Wezîra Berevaniya Almanyayê pistî Bexdayê li Hewlêrê ye
PeyamaKurd - Wezîra Berevaniya Almanyayê Annegret Kramp Karrenbauer piştî serdana xwe ya Bexdayê gihişt paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê.
Wezîrê Berevaniya Almanya Annegret Kramp Karrenbauer duh li Bexdayê bi serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî û Wezîrê Berevaniyê Necah Şemer re hevdîtin pêk anîn û îro Çarşemê jî bi balafireke taybet ji Bexdayê derbasî Hewlêrê bû û biryarê e ligel berpirsên Herêma Kurdistanê bicive.
Karrenbauer li Hewlêrê û ji aliyê Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî hate pêşwazîkirin, û biryar e ligel berpirsên Herêma Kurdistanê bicive û çend pirsên girêdayî mijara ewlekariyê gotûbêj bike .
Tê çaverêkirin Karrenbauer li gel Wezîrê Pêşmerge serdana wan bingehên serbazî bike ku rahênerên Almanya têde rahênanê bi Pêşmerge dikin.
Karrenbauer li Bexdayê bi Serokomarê Iraqê Berhem Salih û Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî û wezîrê berevaniya wî welatî Necah Şemer re civiyabû. Di hevdîtinê de behsa çawaniya nûjenkirina wan deverên ku di şerê DAIŞê de wêran bûne, hat kirin.
Karrenbauer got, DAIŞ li Iraqê xilas nebûye ji ber wê jî ewê li ser alîkarîkirina hêzên Iraqî û Herêma Kurdistanê berdewam bin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin