Wezîra Berevaniya Fransayê wê pistî serdana Bexda serdana Hewlêrê bike

27 August 2020 12:32 0 dîtin
Wezîra Berevaniya Fransayê wê pistî serdana Bexda serdana Hewlêrê bike

PeyamaKurd – Îro Wezîra Berevaniya Fransa, serdana Bexda dike û piştî wê jî wê serdana Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistanê bike.

Li gor Ofîsa Wezîra Berevaniya Fransa Florence Parly ragihand, Parly do êvarî 26.08.2020an de, gihişt paytexta Iraqê Bexdayê.

Li gor zanyariyên berdest, Florence Parly îro jî dê serdana hewlêrê bike û li gel berpirsên payebilind ên Herêma Kurdistanê bicive.

Wezîra Berevaniya Fransa di civînên ligel berpirsên payebilind ên Iraqê û Herêma Kurdistanê de, dê çend pirsan gotûbêj bike, ku yên herî diyar jî wiha ne:

- Şerê li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê.

- Şerê PKKê û artêşa Tirkiyê li ser axa Herêma Kurdistanê û bombebaranên Tirkiyê.