Wezîra Berevaniya Hollandayê îro serdana Herêma Kurdistanê dike

29 November 2022 11:33 0 dîtin
Wezîra Berevaniya Hollandayê îro serdana Herêma Kurdistanê dike

PeyamaKurd – Îro şandeke pilebilind bi serokatiya Wezîra Berevaniya Hollandayê serdana Herêma Kurdistanê dike.

Li gorî zanyariyan, Wezîra Berevaniyê ya Hollandayê Kaisa Ollingren û şandeke serbazî û dîplomatîk a Hollendayê wê îro bigîhin Hewlêrê û ji aliyê berpirsên payebilind ên Herêma Kurdistanê ve bên pêşwazîkirin.

Herwiha Wezîra Berevaniyê ya Hollandayê wê îro bi rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bicive.