Wezîra Berevaniya Almanyayê serdana Herêma Kurdistanê dike
PeyamaKurd – Wezîra Berevaniyê ya Almanya Christine Lambrecht, îro Yekşemê 9ê Çileyê 2021ê serdana Herêma Kurdistanê dike.
Li gorî zanyariyan, wê Lambrecht, serdana Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê bike û ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bicive, herwiha serdana Konsulxaneya Almanya ya li Hewlêrê jî bike.
Christine Lambrecht di hikûmeta nû ya Almanyayê de mehek berê dest bi kar kiriye û ji Partiya Sosyal Demokrat berî niha jî di kabîneya Angela Merkel de cih girtibû.
Christine Lambrecht ji dema hatiye ser posta wezîrtiyê ve serdana xwe ya duyem a derve bo Hewlêrê dike.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Almanya ji sala 2014an ve roleke sereke di şerê dijî DAIŞê de dibîne û alîkariyên leşkerî pêşkêşî Hêzên Pêşmerge dike ku hejmarek şêwermendên wan ên leşkerî jî li Herêma Kurdistanê ne.
9ê Adara 2021an Wezareta Pêşmerge û Hêzên Almanyayê çend rêkeftin ji bo rahênana leşkerî îmze kiribûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin