'Ukraynayê bi balafirên bêmirov êrîsî Kirimê kir'

16 December 2023 15:07 0 dîtin
'Ukraynayê bi balafirên bêmirov êrîsî Kirimê kir'

PeyamaKurd – Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku Ukraynayê bi balafirên bêmirov (ÎHA) êrîşî Kirimê kiriye.

Li gor daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê derbarê êrîşên ku do bi saeta Moskowê di navbera 20.30 û 22.30an de hatin kirin de daxuyanî hat dayîn.

Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat diyarkirin ku hewldana Kîevê ya "êrîşa terorê" ya ku bi tîpa balafiran a bêmirov li dijî hedefên li Kirimê pêk tîne hat sekinandin.

Herwiha hat ragihandin: "Pergalên parastina hewayî yên Rûsyayê li ser nîvgirava Kirimê 26 balafirên bêmirov ên Ukraynayê îmha kirin."