Sirbistan ji Fransayê bi 2,7 milyar Euroyî 12 balafirên Rafale dikire
PeyamaKurd - Sirbistan ji Fransayê bi 2,7 milyar Euroyî 12 balafirên şer yên Rafale ku hilberîna wan Fransa dike dikire. Serokkomarê Sirbistanê Aleksandar Vucic û serokê Fransayê Emmanuel Macron peymana 12 balafirên Rafale îmze kirin.
Her weha di navbera her dû lîderan de, belgeyên hevkariyên yên di seha avahiyên bingehîn, çandinî û gerştiyariyê de jî îmza kirin.
Her dû lîder li payîtexta Sirbistanê li Belgradê li Koşka Sirbistanê hatin cem hev. Firotina 12 balafirên şer yên Rafale, di nav de bi temamî 12 peymanên di sehayên cuda de, yên hevkariyê îmza kirin.
Di nav dîplomasiya dinayê de, îmzakirina peymanan di navbera Fransa û Sirbistanê de, wekî ku ‘Sirbistan ji Rûsyayê dûr dibe’ hat ravekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin