YE dê ji bo hisê çêkirî bi 200 milyar euroyî vebêrhananê bike
PeyamaKurd – Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyenê di “Lûtkeya Çalakiya Hişê Çêkirî” de ya ku li paytexta Fransa Parîsê hat lidarxistin diyar kir ku ew ê 200 milyar euroyî ji bo vê sektorê hilînin.
Leyen di dawiya lûtkeyê de, ya bi serokatiya Serokomarê Fransa Emmanuel Macron û Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi, got: “Ez dibihîzim ku Amerîka Çîn li pêş in, lê Ewropa li paş e. Ez wê yekê napejirînim ji ber ku pêşbazî hîn bi dawî nebûye.”
Şiroveyên Leyenê ji hêla gelek wan karsazan ve ku beşdarî lûtkeya li Parîsê bûn hatin pêşwazî kirin. Karsaz naxwazin di pêşbaziyê de ji hevrikên xwe yên ji çînî û amerîkî bi paş de bimînin.
Yacine Jernite ku li ser bandora civakî ya hişê çêkirî de lêkolînan dike, derbarê biryara veberhênana YEyê de wiha axivî:
“Ew nîşanî me didin ku ne her tişt ji bo serwerên teknolojiyê hatine çêkirin. Ez difikirim ku gelek tişt hene ku dikarin bêne kirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin