Sirketeke alman dê 6 hezar balafirên bêmirov ên xwedî hisê çêkirî bide Ûkraynayê
PeyamaKurd – Şirketa berevaniyê Helsing ya ku li Almanyayê cih digire, ragihand ku ew ê 6 hezar balafirên bêmirov ên bi navê “HX-2 UAV” ji bo Ûkraynayê hilberînin.
HX-2, ku nû hatiye çêkirin, xwedî menzîleke 100 kîlometre, kapasîteya barkirinê ya 12 kîlo û lezeke bi qasî 220 kîlometre ya di saetê de ye. Taybetmendiya hişê çêkirî ya lê hatiye zêdekirin jî di şertên dijwar ên şerê elektronîkî û hewayê de bi bandor bixebitin.
Gundbert Scherf, hev-avakarê Helsingê, got ku ew bi fermanên nû re hilberîna HX-2 zêde dikin. Şerê li Ûkraynayê kraynayê nîşan dide ku teknolojiya nûjen dikare kêmasiyên hejmarî telafî bike, û NATO divê ji vê yekê dersên rast wergire. Helsing plan dike ku bi kargehên nermî ve hilberîna girseyî ya nenavendî li seranserê Ewrûpayê pêş bixe, da ku her welatek bikaribe hilberîn û kontrola zincîra peydakirinê ya xwe biparêze.
Tê pêşbînîkirin ku ev 6 hezar balafirên bêmirov dê îsal bigihêjin ber destên Ûkraynayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin