Îsraîlê li ser hev balafirên bêmirov di ser Bêrûdê re firandin

12 March 2025 14:42 0 dîtin
Îsraîlê li ser hev balafirên bêmirov di ser Bêrûdê re firandin

PeyamaKurd – Li gorî nûçeya NNAyê ya ajansa fermî ya Lubnanê, Îsraîlê ji saetên sibehê ve balafirên bêmirov ên di ser ser herêmên başûrê paytext Beyrûtê re bi tundî firandin.

Di nûçeyê de hat ragihandin ku balafirên bêmirov ên Îsraîlê jî li esmanê bajarê Hirmilê yê li rojhilatê welat û gundên herêmê digerin û li ser xeta sînorê başûr jî binpêkirinên sînorên bejahiyê pêk hatine.

Di nûçeyê de hat gotin:

“Li bajarokê Rumeyşê li ser xaka Lubnanê jî kelûpelên înşaatê yên leşkerî astengên axê rakirin û di bin parastina tankên Merkava de ketin herêmê.”