Almanya | Wezarerta aboriyê dest danî ser malên rûsan yên bi bihayê 3,5 milyar euroyî

14 December 2024 08:28 0 dîtin
Almanya | Wezarerta aboriyê dest danî ser malên rûsan yên bi bihayê 3,5 milyar euroyî

PeyamaKurd – Kesekî ji Wezareta Aboriyê ya Almanyayê ji TASSa kanala dewletê ya Rûsyayê re gotiye, rayedarên Almanyayê heya niha malên Rûsyayê yên bi bihayê 3,5 milyar euroyî di nava cezayên Yekîtiya Ewropayê de cemidandiye.

Wî gotiye: “Serweta bi bihayê 3,5 milyar euroyî heta niha li Almanyayê hatiye cemidandin anku dest danîne ser.” 

Aniye ziman ku ew di nav wan de “Fonên qedexe û çavkaniyên aborî yên kes û dezgehên di lîsteya reş de hene, û her weha dest danîne ser milkên biyanî yên Banka Navendî ya Rûsyayê li dewletên ku di bin qedexeya danûstendinê de ne.”

Berdevkê Wezareta Darayî ya Almanyayê di dawiya Kanûna 2023an de got ku rayedaran ji destpêka wê mehê ve di çarçoveya cezayên Yekîtiya Ewropayê de mal û milkên Rûsyayê bi giştî 4,1 milyar euro cemidandiye.