Rosneft: “Destdanîna Almanya ya ser malên me qanûnî nîne”
PeyamaKurd – Berê dewleta Almanya di çarçoveya dorpêçên ser Rûsya de, dest danîbû ser heyiyên şîrketa petrolê ya bi navê Rosneft ya Rûsyayê. Rosneftê ragihand ku kiryara dewleta Almanya ne qanûniye û ji bo parastina malên xwe wê pêngavan bavêje.
Li gor ragihandina Rosneftê; Almanya dest daniye ser 3 rafîneriyên petrolê yên li Almanya û ji wan re qayûm tayin kiriye. Di derveyê her 3 rafîneriyan de, çi malên wan yên serbixwe an hevpar hene dest daniye ser. Şîrketa Rosneft weha got:
“Em qet bende nebûn ku Almanya biryarekî weha ya li gor siyaseta Amerîkayê bide. Biryar ne qanûniye, dorpêçên Yekîtiya Awrûpayê bi zanîn ji aliyê hinek Alman û Polonyayiyan de, ji bo dest deynin ser malên me vê kiryarê kirine. Veberhênanên Rosneftê yên rafîneriyê tenê 4.6 mîlyar Ewroyî derbas dike. Rosneft ji bo hevparên xwe biparêze, çûna dadgehê jî di nav de, wê temamê tedbîrên xwe bistîne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin