Almanya, dorpêçê dide ser malên Îraniyan
PeyamaKurd- Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock, li ser xwepêşandanên ku ji bo kuştina keça Kurd Jîna Emînî li Îranê dewam dikin, daxuyaniyek da. Baerbock ragihand ku li ser vê yekê dê dorpêç li ser malên Îraniyan bên danîn.
Annalena Baerbock di daxuyaniya xwe de qala xwepêşandanên li Îranê kir û bal kişand ser kuştina Jîna Emînî ya ji aliyê Polîsên Exlaqê yê Îranê ve. Wezîrê di dewama axaftina xwe de got ku “Rêveberiya Îranê, li aliyê çewt ê dîrokê sekiniye.”
Baerbock, rejîma Îranê rexne kir û da zanîn ku li ser van kirinan dê dorpêçên nû li ser Îranê bên sepandin. Serokwezîra Almanyayê bi berdewamî got,
“Ew ên ku keç û jinên ciwan li kuçeyan derb dikin, kesên ku ji bilî jiyaneke azad daxwaza wan tuneye direvînin, bi awayekî kêyfî digirin û mehkûmê mirinê dikin, li aliyê çewt ê dîrokê disekinin. Em ê li dijî van berpirsiyarên pêkutiyên bi xwîn dikin, dorpêçên li ser rêwîtiyê û cemidandina malên wan ên li Yekîtiya Ewropayê bisepînin.”
Serokwezîrê, di dawiya axaftina xwe de bang li kesên ku di xwepêşandanan de cih digirin kir û got,
“Em ligel we ne û em ê ligel we bimînin. Îran, guhên xwe ji bo daxwazên mirovên li kolanan ker dike ku dixwazin çarenûsa xwe bi xwe tayîn bikin. Rêveberiya Îranê, tenê guhên xwe giran dike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin