Almanya ji budça xwe ya îsal 8 milyar Euro dide Ûkraynayê û îsal wê alîkariyê nede

17 August 2024 17:05 0 dîtin
Almanya ji budça xwe ya îsal 8 milyar Euro dide Ûkraynayê û îsal wê alîkariyê nede

PeyamaKurd – Hat gotin ku hukumeta Almanya ji ber tedbîrên aborî, ji bilî 8 milyar Euroyê ku di budça xwe de nîşan daye ya ku wê bide Ûkraynayê, dê îsal alîkariyê nede Ûkraynayê.

Almanya ji budça îsal 8 milyar Euro û ji budça 2025an jî wê 4 milyar Euro destekê bide Ûkraynayê û ev pere dê ji bo çi bê xerckirin destnîşankiriye.

Li gor rojnama Frankfurter Allgemeine Zeitungê; li ser budça 2025an Partiya Sosyal Demokrat (SPD), Partiya Kesk û Demokratên Hur (FDP) di budçê de lihev kiribûn ku desteka rêjeya wî li jorê bidin Ûkraynayê. Ji bilî wê miqdarê, dê destekê nedin Ûkraynayê.

Di nûçê de hat gotin ku heya niha alavên ku hatine erêkirin dê bidin Ûkraynayê lê bi fermana serokwezîrê Almanya bi ya Olaf Scholze; eger wezareta berevaniyê daxwaz jî bike, dê Scholz destekê nede.

Di salên pêşde, ji bo destekê bidin Ûkraynayê eger çavkaniyekî bibînin da jê pere bidin Ûkraynayê, dê desteka wan dewam bike.