Almanya bi bihayê 2,7 milyar Euroyî muhîmmat dide Ûkraynayê

13 May 2023 19:25 0 dîtin
Almanya bi bihayê 2,7 milyar Euroyî muhîmmat dide Ûkraynayê

PeyamaKurd – Hukumeta Almanya berya serokê Ûkraynayê Zelenski seredana Almanya bike wê bi bihayê 2,7 milyar Euroyî mûhîmmat bişîne Ûkraynayê. Li gor ragihandina ajansa Almanya DPA yê ku binkeya xebera xwe biriye ser çavkaniyên wezareta bergiriyê ya Almanya; wê ji Ûkrayna re 20 heb tîpa Marder alavên şer, 30 heb tankên şer yên Leopard-1 û 4 heb sîstemên parastinê yên hewayî yên 4 İris-T-SLM bişînin Ûraynayê.

Alîkariya Almanya heya niha ya herî mezine ku di yek carekî de dişîne Ûkraynayê û miqdarê perên vê destekê digihê 2,75 milyar Euroyî. Wezîrê bergiriyê yê Almanya Boris Pistorius got ku ev alîkarî nîşan dide ku Almanya di desteka Ûkrayna de ji dile û ji destê Almanya çi were dê bike.