Fransa bi bihayê 3 milyar Euroyî alavên leskerî disîne Ûkraynayê

17 February 2024 02:04 0 dîtin
Fransa bi bihayê 3 milyar Euroyî alavên leskerî disîne Ûkraynayê

PeyamaKurd – Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bi serokê Ûkraynayê Vladimir Zelenski re peymanekî îmze kir ku tê de wê bi miqdarê 3 milyar Euroyî alavên leşkerî bide Ûkraynayê.

Zelenski, piştî seredana Almanya çû Parîsê û li Koşka Elysee ya Fransayê bi serokê Fransayê Macron re peymanê îmze kir. Serokkomariya Fransayê ragihand ku wê peyman 10 sal dewam bike û di peymanê de sozên ku Fransa daye hene.

Di ragihandinê de bê ku hûrahiya mijarê bide, hat gotin ku wê di seha topan de hevkariya xwe xwurt bikin.