Almanya ji bo desteka rojên pês ji bo Ûkrayna 12 milyar Euro veqetand

29 March 2023 21:55 0 dîtin
Almanya ji bo desteka rojên pês ji bo Ûkrayna 12 milyar Euro veqetand

PeyamaKurd – Li gor ajansa Almanya ya bi navê DPA yê, di komisyona budça meclisa federal de ji bo bi leşkerî destekê bidin Ûkraynayê 12 milyar Euro hatiye veqetandin. Di nûçeyê hat ragihand in ku alîkarî ya leşkerî ya ji bo demeka dirêje, wê 3,2 milyar Euro di sala 2023an de û 8.8 milyar Euro jî heya sala 2032an bikarbînin.

Wezîrê bergiriyê yê Almanya Boris Pistorius, piştî civîna komîsyonê ragihand ku wê bi 4 milyar Euroyan ji artêşa Almanya re di şûna wan sîlih û alavên ku dane Ûkraynayê bistînin. 8 milyar Euroyê din jî ji bo destekê bidin Ûkraynayê wê xerc bikin û her wext wê li hemberê Rûsyayê Ûkraynayê destek bikin.

Endamê komisyona budçê ya federal Andreas Schwarz jî ragihand ku wê alîkarî ji bo parastina alavên hewayî, alavên zirxî û alavên parastinê bê xerckirin.