Fransa û Almanya li dijî koçberiya neqanûnî yekîneyeke hevpar ava dikin

23 January 2023 12:10 0 dîtin
Fransa û Almanya li dijî koçberiya neqanûnî yekîneyeke hevpar ava dikin

PeyamaKurd – Fransa û Almanya wê ji bo têkoşîna li dijî koçberiya neqanûnî yekîneyeke hevpar ava bikin.

Wezîrê Karên Hundir ê Fransa Gerald Darmanin û Wezîra Karên Hundir a Almanyayê Nancy Feaser di 23yemîn Civîna Lijneya Wezîran a Fransa-Almanya ya ku li Qesra Elysee ya li paytexta Fransa Parîsê hat lidarxistin de hatin cem hev.

Piştî hevdîtinê Darmanin li ser medyaya civakî da zanîn, bi helkefta Civîna Civata Wezîrên Fransa-Almanya, Feaser û her du welatan rêkeftinek ji bo avakirina yekîneyeke hevbeş ji bo têkoşîna li dijî koçberên neqanûnî îmze kirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, Fransa û Almanya ji bo ku pêla koçberiyê baştir kontrol bikin bi hev re tevdigerin.