Almanya dema tedbîrên tund ên dijî koçberiya neyasayî dirêj dike
PeyamaKurd - Wezîrê Navxwe ya Almanyayê Nancy Faeser ragihand ku ew dê tedbîrên bo kontrola sînoran a dijî koçberiya neyasayî dirêj bikin.
Faeser da zanîn ku ji dema tundkirina tedbîran ve nêzî 9 hezar û 200 derbasbûna koçberên neyasayî û bê destûr hatine tespîtkirin û di 4 hezar û 370 bûyeran de jî tedbîr ji bo pêşîgirtina derbasbûna bêdestûr hatine girtin.
Nancy Faeser ji medya Almanî re ragihand ku ew ê ji 15ê Kanûnê pê ve kontrolên demkî yên li ser sînorên Polonya, Çekya û Swîsreyê 2 mehên din dirêj bikin.
Faeser herwiha diyar kir, “Têkoşîna me ya li dijî bazirganên mirovan ên bêwijdan ên ku bi awayekî hovane jiyana mirovan dixin xeteriyê, bi ser ket.”
Faeser, da zanîn ku ji bo pêşîgirtina koçberiya bêdestûr sîstemeke hevpar a penaberiyê pêwîst e û diyar kir, li ser mijarê vê hefteyê li Brukselê li ser yasayên Yekîtiya Ewropayê xebat têne kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin