Konsulxaneya Almanya êrîsa dijî Pêsmerge bi tundî sermezar kir

28 November 2021 17:36 0 dîtin
Konsulxaneya Almanya êrîsa dijî Pêsmerge bi tundî sermezar kir

PeyamaKurd - Konsulxaneya giştî ya Almanya li Hewlêrê êrîşa şeva borî ya DAIŞê li dijî hêzên Pêşmerge bi tundî şermezar kir.

Konsulxaneya giştî ya Almanya li Hewlêrê li ser êrîşa şeva borî ya terorîstên DAIŞê li dijî hêzên Pêşmerge li gundê Kuleco li devera Germiyan peyamek belav kir.

Di peyama li ser rûpelên konsulxanê yên medya civakî hat belavkirin de hat gotin: "Em bi tundî êrîşa şeva borî ya DAIŞê li dijî hêzên Pêşmerge şermezar dikin û sersaxiyê didin malbatên qurbaniyan û hevxemiya xwe ji bo kesên mexdûrê vê êrîşê nîşan didin."

Di encama êrîşa şeva borî ya DAIŞê de ku li gundê Kuleco li devera Germiyan a Silêmaniyê pêk hatiye de, 5 Pêşmerge şehîd bûn û 4 pêşmerge jî birîndar bûn.