Konsulxaneya Almanya êrîsa PKKê ya sehîdkirina Pêsmergeyên Kurdistanê sermezar kir
PeyamaKurd – Konsolxaneya Almanya ya Hewlêrê li ser êrîşa PKKê ya li devera çiyayê Metînayê ku doh 5ê Hezîranê pêk anîbû û 5 Pêşmerge hatibûn şehîdkirin û 7 jî birîndar bûbûn peyameke şermezarî û sersaxiyê belav kir.
Konsulxaneya Almanya ya Hewlêrê li ser hesabê fermî yê Twitterê êrîşa PKKê şermezar kir û ji kesûkarên şehîdan re sersaxî xwest.
Di peyama konsulxaneya Almanyayê de hat gotin, “Em êrîşa PKKê ya dijî Hêzên Pêşmerge şermezar dikin û sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin