Bihêzbûna rastgiriya tund li Almanyayê nîqasên dijî koçberan da destpêkirin
PeyamaKurd - Serkeftina rastgirên tund a hilbijartinên Parlamena Ewropayê (PE), mercên koçberî û penaberiyê yên li Almanyayê girantir dike û pêşnûmayasaya ‘welatê sêyem’ a ku ji bo pêşî li koçberiya neyasayî bigire hatibû amadekirin ji nû ve bû mijara nîqaşan.
Di hilbijartinên PEyê de partiya rastgira tund a Alternatîf a Almanyayê (AfD) li Almanyayê bû partiya duyemîn û li 5 eyaletên rojhilatê welêt bû partiya yekemîn.
Ev encam di desthilatdariya Partiya Sosyal Demokrat (SPD), Partiya Keskan û Partiya Demokrat a Azad (FDP) de bû sedema fikaran.
Ji ber ku wê di meha Îlonê de li rojhilatê Almanyayê li sê eyaletan hilbijartinên parlementoya eyaletan bên kirin. Ger di wan hilbijartinan de AfD bibe partiya herî bihêz, dibe ku partiyên makeparêz hevpeymaniyekê ava bikin.
Bi taybetî dengên SPD û Partiya Keskan, li van eyaletan ew qas kêm in ku ketina wan a parlamenên Sachsen û Thuringia jî di bin xeteriyê de ye.
AfD û hilbijartinên pêşwext ên eyaletê
Lê belê ev rewş ne tenê sosyaldemokratan, di heman demê de opozisyona sereke Demokratên Kristiyan (CDU) jî tore dike. Tevî ku CDU di hilbijartinên PEyê de partiya herî bihêz bû jî, li rojhilatê Almanyayê bi ferqeke mezin ket û bû partiya duyemîn.
Serokê SPDê yê Eyaleta Saksonyaya Jêrîn Stephan Weil di daxuyaniya xwe ya piştî lûtkeya ku 16 serokwezîrên eyaletan bi Serokwezîr Olaf Scholz re roja Çarşemê li Berlînê civiyan got, "Ez dixwazim bibêjim ku encaman bandor li me hemûyan kir.”
Siyasetmedarê Sosyaldemokrat diyar kir ku polîtîkayên koçberiyê jî bandorê li encamên hilbijartinên YEyê kiriye û got: “Em dizanin ku koçberî jî di vê çarçoveyê de rol leyîztiye.”
Bandora koçberiyê ya li ser siyasetê
Serokwezîrê CDU yê Eyaleta Sachsen-Anhalt Reiner Haseloff jî balê kêşa ser wê yekê ku koça penaberan a ber bi Almanyayê ve, rastgiriya tund xurt kiriye û got, Divê bicihanîna yasayên koçberiyê, prosedurên dersînorkirinê û bicihanîna pêdiviyên ewlehiyê bi lezgînî bêne kirin.”
Serokwezîrê CDU yê Hessenê Boris Rhein jî wiha got: "Hêviya welatiyan heye ku ji bo van mijarên krîtîk çi hewce bike em ê bikin û ez difikirim ku encamên hilbijartinê careke din bi awayekî zelal zexta çalakiyê nîşan da."
Di salên 2022 û 2023an de nêzîkî 596 hezar penaber hatin Almanyayê, nêzîkî 1 milyon û 100 hezar kesên ku ji şerê Ûkraynayê reviyan jî daxwaza penaberiyê kirin. Tê payîn ku di 2024an de di navbera 280 û 300 hezar serlêdanên penaberiyê bêne kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin