Fransa: Rêxistinên jinan beriya hilbijartinan li dijî rastgiriya tund daketin kolanan

23 June 2024 22:01 0 dîtin
Fransa: Rêxistinên jinan beriya hilbijartinan li dijî rastgiriya tund daketin kolanan

PeyamaKurd - Bi banga zêdetirî 200 rêxistinên parasvanên mafên jinan ên li Fransayê, li gelemperiya welêt, bi taybetî jî li paytext Parîsê, bi hezaran jin li dijî Partiya Yekîtiya Neteweyî ya rastgira tund daketin qad û kolanan.

Li gorî anketan, di hilbijartinên parlamenê yên ku wê gihaneka yekem hefteya pêş bê lidarxistin de, Partiya Yekîtiya Neteweyî li pêş e, lê belê, ne pêkan xuya dike ku partî piraniyê bi dest bixe.

Rêxistinên mafên jinan diyar dikin ku eger Partiya Yekîtiya Neteweyî di hilbijartinê de bi ser bikeve, dikare ziyanê bide gelek mafên koçber, LGBTI+ û jinan.

Rêxistinên femînîst jî ji helwesta ‘kontrolkirina zayînê ya Partiya Yekîtiya Neteweyî bi gazin in.

Ji aliyê din ve Partiya Yekîtiya Neteweyî, angaştên ku wê mafên jinan têxe xeteriyê red dike.

Rojnamegera femînîst Megan Clement a ku beşdarî xwepêşandana li Parîsê bû, diyar kir ku di çalakiyan de ji bo gelê Fransayê peyameke zelal hatiye dayîn.

Clement got: “Femînîstan bang li hilbijêran kir ku "nehêlin rastgirên tund di parlamenê de piraniyê bi dest bixin."

Di çalakiyan de jinan pankartên bi nivîsa "Rastgirên tund: Li ser mafê min metirsî ye”, "Jin nazik in, mafên wan biparêzin" û "Femînîst li dijî rastgirên tund bûne yek" berz kirin.