Sadr beriya hilbijartinan dadikeve meydana siyasetê

15 July 2024 15:14 0 dîtin
Sadr beriya hilbijartinan dadikeve meydana siyasetê

PeyamaKurd – Rêberê Tevgera Sadr, Muqteda es-Sadr, pêş hilbijartinên parlamenê, li siyasetê vedigere.

Jêderekî nêzîkî Muqteda Sadr ku nexwestine navê xwe bide ji ajansa nûçeyan a Şefeqnewsê re diyar kir ku Rêberê Tevgera Sadr Muqteda es-Sadr li siyasetê vedigere û Sadirî amadekariyên wê yekê dikin.

Jêder da zanîn ku ji bo vegera Sadr a li siyasetî du meh in civîn, şêwir û amadekarî têne kirin û biryar e pêş hilbijartinên dahatê yên Parlamena Iraqê, Muqteda es-Sadr dest bi çalakiyên xwe yên siyasî bike.

Ji aliyê din ve tê gotin ku ne tenê Muqteda es-Sadr, her wiha hin serkirdeyên din ê Tevgera Sadr jî wê li karûbarên pêvajoya siyasî vegerin.

Wezîrê Tevgera Sadr ê dema desthilatiyê Mihemed Salih Iraqî jî yek ji wan siyasetmedarên Tevgera Sadr e ku wê li siyasetê vegerin.