Merkel: Serokên 16 herêmên Almanyayê nahêlin rêkarên tundtir ji bo Koronayê pêk bînim
PeyamaKurd – Serokên 16 herêmên Almanyayê, nahêlin Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel rêkarên tundtir ji bo Koronayê pêk bîne.
Li gor Angela Merkel di civîneke çapameniyê de diyar kir, ew dixwaze rêkarên tundtir pêk bîne, lê rayedarên din nahêlin, "Divê em li bendê bin û bibînin bandorên Koronayê digihîjin heta ku derê."
Li Almanyayê bar û xwaringeh girtî ne, lê dibistan vekirî ne. Herwiha kombûna ji 10 kesî zêdetir qedexe ye.
Herwiha li Almanyayê ji her 100 hezar kesî, 143 kes bi Koronayê dikevin. Her ku diçe hejmara pêketiyan jî zêdetir dibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin