Serokên welatên G7an wê li Almanyayê krîza Ûkraynayê gotûbêj bikin

18 February 2022 16:45 0 dîtin
Serokên welatên G7an wê li Almanyayê krîza Ûkraynayê gotûbêj bikin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro Înê serokên welatên koma G-7an  (7 welatên xwedî aboriya pêşketî li cîhanê) di çarçoveya Konferansa Asayîşa Navdewletî ya Munîh a Almanyayê civîneke awarte li ser mijara krîza Ûkrayna-Rûsyayê saz dikin.

Wezîrê Darayî yê Almanyayê Christian Lindner eşkere kir, “Me serkirdayetiya Almanyayê di koma 7 de bikar aniye ji bo ku serkirdeyên 7 welatên pêşeng ên pîşesaziyê kom bikin. Ji aliyekî ve em piştrastiya aramiya aboriya Ûkrayanayê didin, ji aliyekî din ve jî em dixwazin Kremlîn bizane ku em bi hev re ne û bi hêza xwe bereveaniyê li sînorên xwe dikin. Ji aliyê aborî ve jî cezayên me yên giran dibin ku çavkaniyên darayî yên Rûsyayê wê bikin armanc.”

Hêjayî gotinê ye, civîna welatên G7an di demeke ku Rûsyayê bêhtirî 150 hez li sînorên Ûkraynayê kom kiriye û Amerîka li gorî îstixbaratên xwe dibêje Rûsya li hincetekê digere daku Ukrayanayê dagir bike pêk tê.

Herî dawî Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ji bo gotûbêjkirina rewşê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov vexwendiye Ewropayê û tê çaverêkirin hefteya bê li hev bicivin.

Antony Blinken gotiye: “Zanyarî hene ku derdixin Rûsyayê çend komên diyar yên Ukraynî dike armanc. Bi belavkirina van zanyariyan em hêvîdar in ku bandorê bixin ser Rûsyayê daku rêya şer ne hilbijêre û rêyeke din hilbijêrê ku dem hê jî dem maye.”