Welatên G7an alîkariyeke nû ya bi qasî 19.8 mîlyar dolarî ji bo Ukraynayê ragihandin
PeyamaKurd – Wezîrên darayî û rêvebirên bankên navendî yên Koma Heft (G7) welatên herî dewlemend biryara alîkariyeke nû ya bi qasî 19.8 mîlyar dolarî ji bo Ukraynayê ragihandin û soza piştgiriya zêdetir a darayî dan.
Li gor Wezîrê Darayî yê Almanya Christian Lindner ji rojnamevanan re diyar kir, 9.5 mîlyar dolar ji tevahiya vê alîkariyê, di civîna wezîrên darayî yên G-7 de li Koenigswinter, Almanya, vê heftê ji Ukrayna re hatiye şandin.
Lindner da zanîn: “Em hevbîr in ku rewşa darayî ya Ukrayna divê tu bandorek ser kanîna Ukrayna ya bo parastina wê ya serketî neke. Welatên G7an bo bidawîkirina vî şerî divê çi ji dest were bikin.”
Rêberên darayî yên Amerîka, Kanada, Japonya, Almanya, Fransa, Îtalya û Brîtanya – endamên koma G7an - li Almanya piştvaniya darayî ya Ukrayna gotûbêj kirin, ji ber ku Kîev hewl dide ku pêşî li dagirkeriya Rûsya bigire, lê diravê wê diqede.
Herwiha Wezîrê Darayî yên G7an di daxuyaniyê de armanca alîkariya bi 19.8 mîlyar dolarî wiha eşkere kirin:
“Alîkarîya Ukrayna bike ku astengiyên darayî çareser bike û pêşkeşkirina xizmetên bingehîn ji bo gelê Ukrayna werin berdewam kirin.”
Di berdewamiya daxuyaniyêde hat destnîşankirin, pêşwaziya xebatên li seranserê G7 û saziyên darayî yên navneteweyî ji bo pirtir piştgiriya darayî ya Ukrayna hat kirin; bi taybet jî pêşniyara Komîsyona Ewropa ya ji bo 9 mîlyar Euro alîkariya makro-diravî ya zêde.
Wezîran diyar kirin, bi rêya Banka Ewropî ya Jivûveavakirin û Pêşketinê û Kompanîya Aborî ya Navneteweyî ya digihîje 3.4 mîlyar dolarî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin