Serkirdeyên cîhanê di lutkeya G7an de dicivin: Ukrayna û krîza xurekê mijarên sereke ne
PeyamaKurd – Welatên G7an ên Yekîtiya Ewropayê, Kanada, Fransa, Almanya, Îtalya, Japonya, Brîtanya û Amerîka îro 26ê Hezîranê li herêma Bavariya ya Almanyayê dicivin.
Di lutkeya ku Joe Biden, Boris Johnson, Emmanuel Macron, Justin Trudeau, Charles Michel û Ursula von der Leyen beşdarî dikin de, Yek ji mijarên sereke stratejiyên pêwîst bo rûbirûbûna metirsiyên ji ber sedemên jeopolîtîkî rê li hember bihêzbûna aboriya cîhanê digirin e.
Di lutkeyê de yek ji mijara girîng rewşa Ukraynayê ye û Serokê Ukraynayê, Volodymyr Zelensky dê bi videokonferans tevlî civînê bibe.
Herwire wê di G7ê de behsa çawaniya bihêzkirina hevbeşiya di navbera xwe de bikin, ji bo ku rewşa jêrxan û veberhênanê li seranserê cîhanê baştir bikin, bi taybet jî di warê tenduristî û keş û hewayê de.
Pêkvekarkirin di warê siyaseta derve û asayîşê de, mijareke din a li ser maseya serkirdeyên G7 e.
Di lutkeyê de yek ji mijara girîng rewşa Ukraynayê ye û Serokê Ukraynayê, Volodymyr Zelensky dê bi videokonferans tevlî civînê bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin