Wê Joe biden di Lutkeya G7an de polîtîkaya bo Afganistanê gotûbêj bike

23 August 2021 00:10 0 dîtin
Wê Joe biden di Lutkeya G7an de polîtîkaya bo Afganistanê gotûbêj bike

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku wê di Lutkeya G7an (7 welatên xwedî aboriya pêşketî) ya 24ê Tebaxê tê lidarxistin de, Serokê Amerîkayê Joe Biden li ser mijara Afganistanê danûstandinê bike.

Berdevka Koşka Spî Jen Psakî, bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku wê Serok Joe Biden di Lutkeya G7an a 24ê Tebaxê mijarên polîtîkaya Afganistanê û kordînasyona tehliyeyên ji paytext Kabûlê gotûbêj bike.

Psakî da zanîn ku piştevanîkirina li koçberên afganî jî wê di rojeva lutkeyê de be.