Ji Biden biryara Afganistanê: Ji hevpeymaniyê hat derxistin...

07 July 2022 18:10 0 dîtin
Ji Biden biryara Afganistanê: Ji hevpeymaniyê hat derxistin...

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Joe Biden, Kongreya Amerîkayê agahdar kir ku Afganistan ji "hevpeymaniya girîng a ne endamê NATOyê" hatiye derxistin.

Serokê Amerîkayê Joe Biden biryara derbarê Afganistanê de, ji Seroka Encûmena Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosiyê şand û got: "Di çarçoveya madeya 517emîn a Qanûna Alîkariyên Dereke ya dîrok 1961ê da ez niyeta xwe ya derxistina Afganistanê ji statuya hevpeymana girîng a ne endamê NATOyê ji bo we radigihînim."

Hêjayî gotinê ye, beriya ku Tevgera Talîban dest deyne ser deshilata Afganistanê, di sala 2012an da Serokê Amerîkayê yê wê demê Barack Obama, Afganistan xistibû statuya hevpeymana girîng a ne endamê NATOyê ku heta niha Amerîkayê ew statu daye 20 welatan.