Medya Îsraîlê civîneke vesartî eskere kir: Dibe ku biryara girtinê ji bo Netanyahu, Gallant û Halevî were derxistin

25 April 2024 12:33 0 dîtin
Medya Îsraîlê civîneke vesartî eskere kir: Dibe ku biryara girtinê ji bo Netanyahu, Gallant û Halevî were derxistin

PeyamaKurd – Medya Îsraîlê nivîsand ku Civata Ewlekariya Netewî li ser îhtimala derxistina biryara girtinê ya navdewletî bo Serokwezîr Benjamin Netanyahu, Wezîrê Parastinê Yoav Gallant û Serfermandarê Giştî Herzî Halewî dinirxîne.

Di nûçeya kanala 13 ya ku li Îsraîlê weşanê dike de hat gotin ku "li Lijneya Ewlehiya Neteweyî civîneke veşartî hat lidarxistin ku di rojên pêş de derbarê rayedarên payebilind ên Îsraîlê de biryara girtinê ya navneteweyî were dayîn." Di berdewamiya nûçeyê de hat gotin ku "Li gorî agahiyên ku rayedarên payebilind ên li Îsraîlê bi dest xistine, îhtimal heye ku Dîwana Edaletê ya Navneteweyî (ICJ) ya Laheyê der barê Netanyahu, Gallant û Halewî de biryara girtinê bide."

Di hevdîtinê de hat destnîşankirin ku Îsraîlê ji bo ku ICJ biryara girtinê ya navneteweyî derbixe rêze tedbîrên "demildest" pejirand, di nav wan de "li dijî biryara ICJ li ser asta navneteweyî kampanyayek siyasî da destpêkirin." Herwiha di nûçeyê de hat ragihandin ku Netanyahu ji bo pêşî li biryara muhtemel a ICJê bigire wê bi hempîşeyên xwe yên Hollanda, Çek û Avusturyayê re bicive. Di vê çarçoveyê de hat destnîşankirin ku Wezîrê Karên Stratejîk ê Îsraîlê Ron Dermer û Balyozê Îsraîlê yê li Washingtonê Mike Herzog wê bi Kongreya Amerîkayê û rêveberiya Serokê Amerîkayê Joe Biden re hevdîtinan pêk bînin.

Di nûçeyê de, rayedarên payebilind ên Îsraîlî ku navê wan nehate zanîn, gotin ku ger ICJ vê biryarê bide, "ew tedbîrên ku li dijî Rûsya û Serokdewlet Vladîmîr Pûtîn ji ber şerê Ûkraynayê hatine girtin, tîne bîra mirovan." Hat diyarkirin ku karbidestên Îsraîlî hêvî dikin ku fermanên girtinê yên navneteweyî "derbarê siyasetmedaran" werin derxistin û ne li ser leşkerên pilebilind.

Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku biryar e sibe Lijneya Wezîran a Siyasî û Ewlekariyê li ser biryara muhtemel a ICJê bicive. Di nûçeya Kanal 12 ya ku di 19ê Nîsanê de li Îsraîlê hat weşandin, hat ragihandin ku ICJ ji bo Netanyahu û rayedarên payebilind ên Îsraîlê bi hinceta ku li Şerîda Xezzeyê sûcê şer kirine, biryara girtinê ya navneteweyî dide.