Medyaya Îsraîlê: Hikûmetê fermana amadekariya êrîsên li ser Xezeyê da

08 March 2025 09:57 0 dîtin
Medyaya Îsraîlê: Hikûmetê fermana amadekariya êrîsên li ser Xezeyê da

PeyamaKurd – Medya Îsraîlê ragihand ku hikûmeta Îsraîlê ferman daye hêzên xwe yên ewlekarîyê ku demildest dest bi kar bikin ji bo jinûve destpêkirina êrîşên li dijî Xezeyê.

Kanala televizyona dewletê ya Îsraîlê KANê ragihand ku Îsraîl piştî qonaxa yekem a agirbestê û pevguhertina rehîneyan li Xezeyê plan dike ku careke din êrîşî Xezeyê bike.

Li gorî nûçeyê, hikûmeta Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû ferman daye artêşê ku demildest dest bi xebatên ji bo destpêkirina êrîşên li ser dijî Xezeyê bike. 

Di demekê de cihgirên Netanyahû diyar kirin ku vegerandina êrîşan wekî vebijarkekê li ser maseyê ye, rayedarên artêşê di hevdîtinan de ji Serokwezîr Netanyahû re gotine ku ev yek dê jiyana rehîneyan bixe xeterê.