Scholz: "Biryara Biden a vekisînê hêjayî pesindayînê ye"

22 July 2024 09:33 0 dîtin
Scholz: "Biryara Biden a vekisînê hêjayî pesindayînê ye"

PeyamaKurd – Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz diyar kir ku biryara Serokê Amerîkayê Joe Biden ya vekişîna ji namzediya hilbijartinên serokomariyê yên ku wê di 5ê Mijdarê de bên kirin, hêjayî pesindanê ye.

Scholz di daxuyaniya xwe ya ji Xê de wiha got: “Hevalê min Joe Biden ji bo welatê xwe, ji bo Ewropa, ji bo cîhanê gelek destkeftî bi dest xistine. Bi saya wî, hevkarîya transatlantîk teng e, NATO xurt e û Amerîka ji bo me hevkarekî baş û pêbawer e. Biryara wî ya ku careke din nebe namzed hêjayî pesindanê ye."

Biden ragihand ku ew ji namzetiya xwe ya ji bo hilbijartinên 5ê Mijdarê tên lidarxistin vekişiyaye.