Biden biryara dirêjkirina salekê ya 'rewsa awarte ya netewî' li hember Îranê îmze kir

08 November 2023 19:55 0 dîtin
Biden biryara dirêjkirina salekê ya 'rewsa awarte ya netewî' li hember Îranê îmze kir

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden, destûra rewşa avarteya netewî ya derbarê Îranê de ji bo saleke din dirêj kir.

Serokê Amerîkayê Joe Biden, îro 8ê Mijdarê, fermana birêvebirina rewşa avarteya netewî li hember Îranê ya fermana birêveberiya 12170, ji bo heyama salekê dirêj kir.
 Joe Biden fikarên xwe yên li ser derbarê têkiliyên Îranê de anî ziman û got: “Pêwendiya digel Îranê hê asayî nebûye û fermana awarte ya netewî wê berdewam be”.

Hêjayî gotinê ye, rewşa awarte ya netewî ya bo Îranê sala 1979an ve tim tê dirêjkirin ku piştî dagirkirina balyozxaneya Amerîkayê yekem car ew biryar hatiye wergirtin.

Li gorî fermana seroktiya Amerîka ya hatiye îmzekirin, Îran wek gefeke neasayî û zêde li dijî ewlehiya netewî, siyasetên derve û aboriya Amerîkayê tê nirxandin.