Biden û Scholz gotûbêj li ser Rojhilata Navîn kirin

10 February 2024 17:58 0 dîtin
Biden û Scholz gotûbêj li ser Rojhilata Navîn kirin

PeyamaKurd – Koşka Spî ragihand ku Serokê Amerîkayê Joe Biden û Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz li Washingtonê hewlên ji bo rêgirtina li aloziya navçeyî li Rojhilata Navîn gotûbêj kirin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Qesra Spî ve hat dayîn de hat diyarkirin ku Biden û Scholz li ser pêwîstîya parastina sivîlên li Xezzeyê û zêdekirina belavkirina alîkarîyên însanî yên li herêmê sekinîn.

Herwiha hat piştrastkirin ku herdu rêberan li ser pêkanîna aştiyeke mayînde ya ji bo Îsraîlî û Filistîniyan ku "di nav xwe de avakirina dewleteke Filistînî û di heman demê de ewlekariya Îsraîlê dihewîne" de nêrînên xwe parve kirin.