Joe Biden: Li Rojhilata Navîn serekî berfireh mumkin e!

26 September 2024 11:09 0 dîtin
Joe Biden: Li Rojhilata Navîn serekî berfireh mumkin e!

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden got ku li Rojhilata Navîn şerekî berfireh mumkin e.

Rageşiya di navbera Îsraîl û Lubnanê de didome. Serokê Amerîkayê Joe Biden di hevpeyvîna xwe ya li gel çapemeniya Amerîkayê de diyar kir ku li Rojhilata Navîn şerekî berfireh mumkin e.

Biden got:

"Şerê tevayî mimkun e, lê ez difikirim ku hîn derfetek me heye ji bo çareseriyek ku dikare tevahiya herêmê bi bingehîn biguherîne."

Wî her wiha dupat kir ku ji bo kêşeya Îsraîl û Filistînê pêwîstiya çareseriya du dewletan heye.