Koska Spî: Em naxwazin li Rojhilata Navîn serekî berfireh bibînin!

27 September 2024 10:30 0 dîtin
Koska Spî: Em naxwazin li Rojhilata Navîn serekî berfireh bibînin!

PeyamaKurd – Berdevka Qesra Spî Karine Jean-Pierre dubare banga kêmkirina rageşiya di navbera Îsraîl û Hizbullahê de û agirbesteke 21 rojî kir û got, şerê topyekûn wê li herêmê tiştekî çareser neke.

Jean-Pierre di brîfînga xwe ya çapemeniyê ya rojane de der barê rageşiya li ser sînorê Îsraîl-Lubnan de daxuyanî da.

Berdevk diyar kir ku ew naxwazin rageşiya jixwe ya li herêmê zêde bibe û ji ber vê yekê li New Yorkê di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de li ser vê mijarê dîplomasiyeke xurt dimeşînin.

Herwiha bal kişande ser wê yekê ku di encama van hewlan de, wan daxwaza agirbesteke demkî ya 21 rojî li ser sînorên Israîl û Lubnanê bi piştevaniya her du welatên G7 û hin welatên erebî kirin û careke din li ser vê agirbestê xîtabî hemû aliyan kirin.

Jean-Pierre got, “Em nafikirin ku şerekî topyekûn bibe bersiv (ji aloziya li herêmê re), em di vê yekê de zelal in. Çi ji destê me tê em dikin ku agirbestek demkî pêk were da ku em cîhê pêşveçûnê çêbikin. Ev daxuyaniya hevpar bi Îsraîlî re hatiye kirin.”

Serokwezîrê Îsraîl Benjamin Netanyahu got ku ew ê êrîşên li dijî Hizbullahê li Lubnanê bidomînin "heta ku ew bigihîjin armancên xwe."