DYA: Em naxwazin eniyeke duyemîn li Rojhilata Navîn bibînin
PeyamaKurd – Şêwirmendê Ragihandina Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Spî John Kirby got: "Em naxwazin eniyek duyemîn li Rojhilata Navîn vebe."
Kirby roja Çarşemê di bersiva pirsên rojnamevanan de derbarê zêdebûna rageşiya li ser sînorê di navbera Îsraîl û Lubnanê de, tekez kir ku ew hewl didin rêyeke dîplomatîk bibînin ji bo rêgirtina li vekirina eniya duyem li Rojhilata Navîn.
Kirby got, "Em nafikirin ku ew ê di berjewendiya kesekî de be."
John Kirby tekez kir ku ew wê berdewam bin li ser alîkariya Îsraîlê bo parastina xwe û ev yek nayê guhertin.
Peyama Kenara Rojava ji Sullivan ber Gallant
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant ku doh bi Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin û Wezîrê Karên Derve Antony Blinken re hevdîtin pêk anîbû, bi Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Qesra Spî Jake Sullivan re jî hevdîtin kir.
Li gor daxuyaniya Qesra Spî, Sullivan bal kişand ser "Pabendbûna bênavber a Amerîkayê ya ji bo ewlehiya Îsraîlê, di nav de tehdîdên rêxistinên terorê yên ku Îran piştgiriya wan dike ku Hîzbûllaha Lubnanê jî di nav de ye."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin