Serkirdeyên cîhanê li yariya dawiyê ya Kupaya Cihanê temase dikin

14 July 2018 19:42 0 dîtin
Serkirdeyên cîhanê li yariya dawiyê ya Kupaya Cihanê temase dikin

PeyamaKurd - Ji bo amadebûn û temaşekirina yariya dawiyê ya Mondiala Rûsyayê 2018an, 15 serkirdeyên welatên cîhanê li Moskoyê kom dibin.

Ofîsa Rojnamevanî ya Krimlînê ragihand, sibe Serokê Rûsya Vladîmîr Putin û serkirdeyên 14 welatên cîhanê li yarîgeha Luzhniki ya Moskoyê kom dibin û li yariya dawiyê ya di navbera Kirwat û Fransayê temaşe dikin.

Krimîlê da zanîn, ji bilî Serokê Fransayê Emmanuel Macorn û Seroka Krwatyayê President of Croatia Kolinda Grabar-Kitarovic, Emîrê Qerterê, Serokê Sudanê, Serokê Filestînê û hejmarek ji serok ûserokwezîrên welatên Yekîtiya Sovyêt a berê, ji bo yariya dawiyê ya Mondiala Rûsyayê amade dibin.

Biryar e sibe demjimêr 17:00 yariya dawiyê ya Mondiala 2018an li yarîgeha Luzhniki ya Moskoyê di navbera Krwatiya û Fransayê de birêve biçe.

Çapa 21emîn ya Cama Cîhanê a Topapê (Mondiala 2018) li Rûsyayê bi yariya Rûsya û Siûdiye li Moskoyê roja 14ê Hezîranê li heman yarîgeha Luzhniki dest pê kiribû.